Li Sûra Diyarbekirê leşkerekî din hat kuştin

Li navçeya Sûra Diyarbekirê di dema operasyonan de şer di navbera şervanên YPSê û hêzên ewlekariya Tirkiyê de derket û di encam de leşkerekî hat kuştin.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam in. Li navçeya Sûra Diyarbekirê di dema operasyonan de şer di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPS) û hêzên ewlekariya Tirkiyê de derket û di encam de leşkerekî hat kuştin.

Îro li navçeya Sûra Diyarbekirê ku demeke operasyonên dewleta Tirk lê berdewam in, leşkerek ji aliyê nîşangiran ve hat birîndarkirin û bi ambulance bo nexweşxaneyê hat veguhestin lê li wir cane xwe ji dest da.

Di vê derbarê de Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku îro di dema operasyonên navçeya Sûrê de leşkerekî wan ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye birîndarkirin û ligel ku bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin li wê derê cane xwe ji dest daye.

Li gor çavkaniyên dewletê, heta niha li Sûrê zêdeyî 205 çekdarên nêzîkî PKKê canê xwe ji dest dane. Herwiha di 7 mehên dawî de li tevahiya Bakurê Kurdistanê jî zêdeyî 300 leşker û polîsan canê xwe ji dest dane.