YPG nasnameya du şervanên xwe aşkere kir

Berî niha jî YPGê nasnameya 20 şervanên xwe ku di şerê Girê Spî de şehîd bûbûn, aşkere kir bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) nasnameya du şervanên xwe ku berî niha di şerê li dijî DAIŞê de li bajarokî Şedadê şehîdbûbûn aşkere kir.

Derbarê şehîdbûna wan her du şervanan navenda ragehandina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin:"Rojava bi saya serê şervanên me di qonaxa serkeftinê de dijî, em soz didin ku emê li ser doza hevalên xwe bimînin û li ser parastina Rojava berdewam bin."

Di daxuyaniyê de YPGê aşkere kir ku, her yek ji şervan Hemîd Selîm El-Zahir û Mihmed Resûl Emewî ji navçeya Şedadê ne, di 3ê meha Adara îsal de, di proseya rizgarkirina bajarokê Şedadê de şehîdbûn û tevlî karwanên şehîdan bûne.

Berî niha jî YPGê nasnameya 20 şervanên xwe ku di şerê Girê Spî de şehîd bûbûn, aşkere kir bû.