Li Rosîyayê Zimanê Kurdî ji nav diçe.
Xuyaye hijmareka mezin ji Kurdan li Rosîyayê mijîn û Raza vemana wan wek Kurd, zimanê wane. Lê niha bi egera nûbûna xîndingehên Kurdî,piranîya neweyên nû zimanê daykê nizanin. Kurdên Rosîyayê daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê û Rosîyayê dikin ku harîkarîya wan bihê kirin bo vekirina xwîndingehên Kurdî bo qonaxên xwîndinê û pişka Kurdî li zankoyan.
K24- Mosko

Viladîmêr Îlîc Tolistoy rawêjakarê serok Komarê Rosîyaya Fîdral û serokê Civata Serokatîya Zimanevanîya Rosîyayê, sozda ku dûvçûnê bike li ser evê pirsê û çareserîya pêdivî jî bo vedîne.
Kurdên Rosîyayê berî sed salan ji zêda bavûkalan hatin derkirin û li Yekêtîya Sovîyeta berê bûnê koçber û li wir akincî bûne. Yek ji taybetmendîya wan ku raz û nihênîya paraztina şonasa neteweyîya wan bûye, zimanê wan bûye, lê niha bi egera kêmasîya alîyên peywendêdar, ziman û sîmayê kiltûr wan ber bi ji navçûn diçe. Ti kes û alî jî nine rê ji vê yekê bigre.
Bizavkarên Kurdên Rosîyayê weha dibînin ku berê zêdetir giringî bi ziman û kiltûrê Kurdî dihat dan.
Lewma jî daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rosîyayê dikin harîkarîya wan bikin bo vekirina xwîndingehan û pişka Kurdî li zankoyan.
Herçnede heya niha amareka fermî nîne lê mezinde dihê kirin hijmara Kurdan li Rosîyayê nêzîkî nîv milyon Kurd hebe.
Kurdistan 24 arîşeya Kurdên Rosyayê gehande Viladîmêr Îlîc Tolistoy rawêjkarê Viladîmêr Potîn serok Komarê Rosyayê û wî bêagahîya xwe ji evê pirsê nîşan da û sozda ku dûvçûnê li ser evê mijarê bike û harîkarîya wan bike.
Herweha Viladîmer Îlîç rawêjkarê serok Komarê Rosîyayê viladîmêr Potîn got: Ev yekem care ez evê mijarê dibihîstim û bi rêya we di bihistim. Dûvçonê dê bo bikin û li gel dezgehên peywendîdarên bi xwîndina bald dê gêngeşe bikin û çareserîya wê bikin.