Ji pêkhateyên Ninewa hêzeke mezin tê pêkanîn
Berpirsekî Cepheya Turkmenî ragihand ku di çarçoveya proseya rizgarkirina Mûsilê de Hêzên Hevpeyman, Iraq û Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna hêzeke 15 hezar kesî lihev kirine.
K24 – Hewlêr
Berpirsê Polîtburoya Cepheya Turkmenî li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf, ragihand ku di çarçoveya proseya rizgarkirina Mûsil û navçeyên din ên di bin kontrola DAIŞê de Hêzên Hevpeyman, Iraq û Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna hêzeke 15 hezar kesî ji pêkhateyên Nînewa û eşîran lihev kirine.
Dawiya hefteya borî sê berpirsên Cepheya Turkmenî ya Iraqê serdana Konsolxaneya Emerîkayê kirin û derbarê wê hêzê de ligel çend berpirsên Emerîkî gotûbêj kirin.
Derbarê mijarê de Berpirsê Polîtburoya Cepheya Turkmenî Aydin Marûf, da zanîn ku di dawiya hefteya borî de şandeke cepheya wan serdana çend berpirsên leşkerî yên Emerîkayê li Konsolxaneya Emerîka ya li Hewlêrê kirine û li ser pêkanîna wê hêzê axifî ne.
Marûf ku yek ji endamên wê şandê bû, got: "Niha behsa rizgarkirina bajarê Mûsil, Tel Efer û cihên din ên di bin kontrola DAIŞê de tê kirin, jib o me jî Mûsil û Tel Efer girîng in û em wek Turkmen li wê navçeyê pêkhateyeke girîng in, em wek Cepheya Turkmenî bi taybet jî nûnertiya Mûsil û Tel Efer çûn serdana Emerîkiyan û me daxwaz kirk u Turkmen jî beşdarî proseya rizgarkirina Mûsil û Tel Eferê bibin."
Aydin Marûf qala hinek projeyan jî kir û wiha acxifî: "Niha projeyek heye û welatên Hevpeyman ji bo şerê dijî DAIŞê bi hevahengiya hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin hêzeke çekdar pêk bînin ku ji 15 hezar çekdarên ji hemû pêkhateyên Nînewa pêk tê, daku piştî rizgarkirinê navçeyên xwe biparêzin. Di çarçoveya vê hêzê de me jî daxwaz kir ku hêza me hebe û 2 hezar çeêdarên Turkmen di nav wê hêzê de cîh digirin."