ENKS, piştgiriya Barzanî bo federaliyê bilind dinirxîne
Berî niha Serokatiya Herêma Kurdistanê di beyanameyekê de piştgiriya xwe ji sîstema fedraliyê li Sûriyê de kirbû û daxwaz ji hemû aliyên siyasî kirbû ku bi yek gotara siyasî ya hevbeş daxwaza cîbecîkirina sîstema fedraliyê bikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê piştgiriya wê ji sîstema fedraliyê li Sûriyê bilind nerxand.
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)derbarê piştgiriya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sîstema fedraliyê li Sûriyê daxuyaniyek belav kir, Tê de helwesta Herêma Kurdistanê û piştgiriya wê ji Rojava re bilind nerxand.
Di daxuyaniya ENKSê de wiha jî hatiye got: "Em weke ENKSê Hemû helwestên neteweyî yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê pirsa Kurdî û mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya wî ji sîstema fedraliyê rebilind dinerxîn." ENKS tekez li ser yekrêzî û yekgirtina Kurdan di vê qonaxa hestyar de kir.