Balyozên welatên "G-7" li Hewlêrê ne
Şandeke hewbeş a Neteweyên Yekbûyî û welatên "G-7" li Hewlêrê ye û dê ligel Serok Barzanî, rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê gotûbêj bikin.

K24 - Hewlêr
Şandeke hewbeş a Neteweyên Yekbûyî û welatên "G-7" ku li cîhanê welatên herî bihêz in, li Hewlêrê ye û dê ligel Serokê Herêmê Kurdistanê, rewşa aborî ya Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê gotûbêj bikin.
Hat ragihandin ku şandeke hewbeş a Kanada, Fransa, Elmanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Emerîka û Serokê şanda Yekitiya Ewropayê, ligel rêveberên Banka Cîhanî li Iraqê, nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê dikin.
Li gor zanyariyên hatine bidestxistin, şanda hewbeş dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive û pirsa krîza aborî ya Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê gotûbêj bikin.
Tê çaverêkirin ku di civînê de pirsa piştgirîkirina civaka navnetewî bo Herêma Kurdistanê were gotûbêj kirin, herwiha li ser pirsa asayîşa Herêma Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê jî gotûbêj bên kirin.