Zimanê rojnameya Zamanê hat guhertin

Rojnameya Zamanê ko wek nûnerê Cemaeta Fethulah Gulen dihate nasîn, piştî erkdarkirina qeyûman zimanê xwe guhert û dest bi pesnê karûbarên hikûmetê kir.

K24 – Stenbol

Rojnameya Zamanê ko wek nûnerê Cemaeta Fethulah Gulen dihate nasîn, piştî erkdarkirina qeyûman zimanê xwe guhert û dest bi pesnê karûbarên hikûmetê kir.

Şerê navbera hikûmeta Tirkiyê û Cemaeta Fethula Gulen, di demên dawî de ser desteserkirina dezgeyên medyayê berdewam dike.

Tiştê balkêş di manşetên rojnameyan de derdikevin pêş. Rojek beriya erkdarkirina qeyûmê, rojnameya Zaman bi manşeta "binpêkirina destûra bingehîn" derket.

Piştî ku qeyûm hat erkdar kirin, rojname bi manşeta çêkirina pira ser avtenga Stenbolê hate avêtin û wek "gaveke dîrokî" binav dike.

Her wiha rojnameya Bugun ku, rexneyên giran li hikûmetê dikir, piştî qeyûmê cemaet wek rêxistina terorê binav dike.

Li aliyê din gelek dezge û saziyên Cemaetê ku dewrî qeyûman hatin kirin, bi hinceta zirar dikin, hatibûn girtin.