Roja cîhanîya afretan.

8ê meha Adarê, her sal bi roja afretan hatîye nasîn, bo bilindragirtina qurbanîyn, destkevtan û dahînanan ku gelelk caran rêya dîrokê guhartîye.

K24- Hewlêr:

8ê meha Adarê, her sal bi roja afretan hatîye nasîn, bo bilindragirtina qurbanîyn, destkevtan û dahînanan ku gelelk caran rêya dîrokê guhartîye.

Cîhan bo cara yekê li sala 1901 roja cîhanîya afretan bilind ragirt. Wê demê komeka afretan nerazîbûna xwe derbirîn li dijî newekhevîya civakî û rewşa xiraba aferetan li wê serdemê.

Wan afretan xwepîşandan li Nîyûyorkê encamdan û têde bo afretan daxwaza zêdekirina heqdest û bi destvehînana mafê dengdanê kirin.

Dûv re li sala 1975 rêkxistîyta Neteweyên Hevgirtî îtraf bi roja cîhanîya afretan kir. Lê sera wê yekê jî ku tim xebatê dikin bo bi destvehînana wekhevîyê di navbera herdû nivşan û bi destvehînan mafê afretê, lê heya niha çîneka mezin ji afretan li cîhanê ji dest pêşêlkirina mafên wan û hevrûşîya tundûtîjîyê dinalinin.

Li gor amareka rêkxistîya Netewyên hevgirtî rojane li cîhanê 39 hezar kiç ku jîya wan li jêr 18 salîyêne dihên bi şûdan.

Ev jî çend rastîyekin li ser rewşa afretan û destkevt û filîyên wan:

  • Aramnca Roja Cîhanîya Afretan: aheng encamdane bo afretan, daxwazîya guhertinê, îtarfkirin bi qurbanîyên afretan û pêşxistina wan).
  • Ev roj li 26 welatan valane(pişû)ye, Kembodîya û Efxanstan jî ji wan dewletane.
  • Li her xulekekê de 6 afret dihên xetenekirin(sunnetkirin)
  • Li her dû xulekan kiçek li cîhanê li jêr jîyê 18 salîyê dihê bi şû dan.
  • Li Misrê 91% ji afretan hatine xetenekirin.
  • Salane, ji her sê afretan yek hevrûşî tundûtîjîya sêksî û keleşî dibe.
  • 5% ji çîrokên filmên Holyûdê ji alîyê aferetan ve hatine nivîsandin.
  • Kiwêt pêşenge di nav welatên kendavê de ku piranya aferetan têde kar dikin.
  • 26% hêza kar li Rojhilata Navîn afretin.
  • Pertûka Wilstonkaft bo berevanîyê ji mafên afretan ku li sala 1792 derketîye bi kevnartirîn pertûka felsefeyê dihê hijmartin ku aferetê nivîsîye.
  • Çîroka Cîncî yekem romane li cîhanê ku nivîsera wê Morasakî Şîkîboye li sala 1000 zayînî nivîsîye.