Aydin Merûf me daxwaz ji Emerîkayê kirîye bi rijtî reftarê li gel evê mijarê bikin.
Bi merma duristkirina hêzeka çekdar ji pêkhte û hozên devra Mûsilê şandeka Enîya Tukumanan li gel berpirsên serbazî li kunsilxaneya Emerîkayê kombûn. Berpirsê Mekteba sîyasîya Enîya Turkumanan ragehand: Me daxwaz ji Emerêkayê kirîye bi rijtî reftarê li gel evê mijarê bikin.
K24- Hewlêr:
Bi merma duristkirina hêzeka çekdar ji pêkhte û hozên devra Mûsilê şandeka Enîya Tukumanan li gel berpirsên serbazî li kunsilxaneya Emerîkayê kombûn. Berpirsê Mekteba sîyasîya Enîya Turkumanan ragehand: Me daxwaz ji Emerêkayê kirîye bi rijtî reftarê li gel evê mijarê bikin.
Li ser armanca kombûna wan li gel berpirsên serbazîyên Emerîkayê, Aydin Merûf berpirsê Mekteba sîyasîya Enîya Turkumanan li Herêam Kurdistanê bi Kurdistan24 ragehand: Mûsil bajarê bi hev re jîyanêye û di dema bûrî de pişikdarî bi Turkumanan nehatîye kirin di di opirasyûnan de, niha mafê Turkumanane li devera Teleifer û Musil pişikdarîyê di wan oprasiyûnan de bikin ku li aynde dihên encamdan.
Got jî : piştguhxistana me wek Turkumanan ji alîyê supayê Îraqê ve bûye. Li deverên Turkumannişînên Îraqê heya niha çekdarên Taybet bi Turkumanan nehatine duristkirin. Lew me bo evê yekê daxwaz ji wezreta Bervanîya Îraqê û wezreta Pêşmerge kirîye. Niha ku behsê oprasiyûna rizgarkirina Mûsil dihê kirin, divê Turkuman pişikdar bibe.
Herweha got: Bersiva wezreta Pêşmerge erênî bû, niha bi piştîvanîya Emerîkayê û hevpeymanan li devra Mexmûr hêzeka çekdarê taybet bi Turkumanan dihê duristkirin, bi nave Hêza Piştîvanîyê ku ji hemû pêkahateyên devera sinûra Mûsilê hatîye duristkirin. Ew hêz 15 hezar kes dibe.
Aydin Meirûf amaje bi wê yekê jî kir: Bo duristkirina evê hêzê rêkkevtin hatîye kirin û ser bi Civata Parêzgeha Mûsilê dibe û nivîsîngeha wê dê li Hewlêr be. Me daxwaz kirîye 2 hezar kes ji wê hêzê Turkuman bin û Emerîkayî jî piştîvanîyê li vê yekê dikin.
Xuya jî kir: Komîteyek bo duristkirina evê hêzê hatîye pêkhînan, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta Îraqê û Civata Parêzgeha Mûsilê têdene. Got jî: Me daxwaz ji li kunsilê giştîyê Emeîkayê kirîye bi rijtî reftarê li gel evê mijarê bikin çunku renge piştî nemana Daişê li devera Mûsilê arişe durist bibin.
Aydin Mer[f got: Hepeyaman, Îraq û Herêma Kurdistanê kokin li ser pêkhînana 15 hezar çekdaran bo pêkhateyên Mûsilê û di vê çarçoveyê de pêkhateya torkumanan di vê hêzê de dû hezar kes dibin bo Teleiferê.