Pêşmerge binkeyên DAIŞê topbaran dikin

Şeva borî topxaneyên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê sînorê qezaya Tel Efer û derdora wê bi dijwarî topbaran kirin û Fermandeyê Hêzên Pêşmerge jî dibêje ku moralê çekdarên DAIŞê nemaye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d8b7fe7b-175d-4717-9639-56bc147f38ce/TobBaranaDaish-Duhok.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Şeva borî topxaneyên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê sînorê qezaya Tel Efer û derdora wê bi dijwarî topbaran kirin û Fermandeyê Hêzên Pêşmerge jî dibêje ku ev topbarankirin bersiveke bo êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê.

Piştî ku topxaneyên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniya Rojavayê Dîcleyê binkeyên DAIŞê topbaran kirin, fermandeyekî Hêza Pêşmerge li wê eniyê ji Kurdistan24ê re got ku ev topbarankirin bersiveke bo êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAIŞê.

Fermandeyekî din ê Pêşmergeyan li heman eniyê da zanîn ku moralê çekdarên DAIŞê bi tevahî şikestiye û hejmareke kêm li sînorê Tel Efer mane. Li gor wê fermandeyî, ew hejmara kêm a çekdarên DAIŞê tenê bo wê yekê mane da xwe nişan bidin û ne tiştekî din.