Demografiya Kerkûkê careke din tê guhertin
Hatina hejmareke zêde ya koçberên Ereb bo Kerkûkê, bûye cihê nîgeraniya niştecihên bajêr. Navçeyên beşek ji wan koçberan hatine azadkirin jî, lê heta niha dîsan ew malbat li Kerkûkê mane.
K24 – Kerkûk
Hatina hejmareke zêde ya koçberên Ereb bo Kerkûkê, bûye cihê nîgeraniya niştecihên bajêr. Navçeyên beşek ji wan koçberan hatine azadkirin jî, lê heta niha dîsan ew malbat li Kerkûkê mane.
Li gor welatiyên Kerkûkê, hinekan ji Erebên koçber xanî kirine û li hinek fermangehên mîrî jî hatine damezrandin, loma daxwaz dikin ku ji bo vegera wan planek were danîn ji ber ev rewşa han bo paşeroja bajarê wan metirsîdar e.
Hejmara koçberên Ereb ku ji bajarên naverast û başûrê Iraqê hatine, 500 hezar derbas kiriye, bi vena jî piştî Dihokê Kerkûk di rêza duyem de ye. Herçiqas navçeyên gelekan ji wan hatine rizgarkirin jî lê dîsan venagerin û welatî ji vê rewşê nîgeran in ku careke din demografiya Kerkûkê tê guhertin.
Li gor biryareke hikûmeta Iraqê, her welatiyek bo 5 salan li her parêzgehekê bicîh bû, dikare êdî her tim lê bimîne û dibe xelkê wî bajarî. Berpirsekî idareye bajêr jî vê rewşê wek metirsî dibîne û dibêje ku divê rê neye dayîn ku careke din demografiya Kerkûkê were guhertin.
Herçiqas berdewam Kerkûk di navbera Kurd û hemû hikûmetên Iraqê de bûye cihê nakokiyê, welatiyên bajêr dibêjin ku çendîn car derfetên zêrîn ketine deste Kurdan daku wî bajarî vegerînin ser Kurdistanê, lê heta niha sûd ji van derfetan nehatiye wergirtin.