Jin daxwaza wekhevî û dadperweriyê dikin
Li gor rapora NY, ji sedî 23ê parlamenterên jin li cîhanê hene, li gor vê rêjeyê ew wekheviya ku dixwazin sala 2030an bibe, biser nakeve. Rêjeya nexwedinê li cem jinan li cîhanê gihiştiye ji sedî 60
.jpg)
K24 - Navenda Nûçeyan
Îsal jî wek hemû salan jin li tevahiya Kurdistanê û cîhanê bi giştî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar dê çalakiyan bikin û di hemû helkeftan de jî daxwaza maf û jiyaneke yeksan dikin.
Neteweyên Yekbûyî bi dirûşma "Amadekirin bo wekheviya di navbera jin û meran de, bo dadperwriya gerdûnê bi hatina sala 2030" wê Roja Jinan a Cîhanî ya sala 2016an ligel çendîn programên din organize bike. Derbarê cîbecîkirina wê armancê de destpêşxeriyek bi navê "Step It Up Initiative" ango "Berhev bikin" pêşkêş kiriye.
Ahenga îsal wê bi mebesta cîbicîkirina her du armancên cîhanî yên derbarê wekheviya jin û mêran, herwiha mafê perwerde û xwendineke baş û dadperwer bo hemûyan bê kirin.
Neteweyên Yekbûyî 8ê Adarê weke rojeke cîhanî bo jinan dest nîşan kir, derbarê vê rojê de Serkreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki Moon di beyanameyekê de bo vê rojê got: "Ez heta niha derbarê rê liber girtina xwendina keç û jinan, herwiha binpêkirina mafê wan xemgînim, pêwîste em bi hemû şiyanên xwe kar bo wekheviya jin û mêran bikin, ev baştirîn veberhênane bo paşeroja me."
Di sala 1856an li bajarê New Yorkê, bi hezaran jin weke nerazîbûnek ji rewşa xwe derketin cadeyan û xwepêşandan kirin, di 8ê Adara sala 1908an de careke din jinên bajarê New Yorkê bi dûrişma "Nan û Gul" derketin xwepêşandanan û daxwaza kêmkirina saetên karê xwe, mafê hilibijartinê, herwiha rêlibergirtina karê zarokan kirin. Di sala 1975an de Neteweyên Yekbûyî 8ê Adarê weke roja jinan a cîhanî destnîşan kir.
Li gor rapora NY, ji sedî 23ê parlamenterên jin li cîhanê hene, li gor vê rêjeyê ew wekheviya ku dixwazin sala 2030an bibe, biser nakeve. Rêjeya nexwedinê li cem jinan li cîhanê gihiştiye ji sedî 60, li gor amarên 2010an rêjeya jinên ku di medyayê de kar dikin ji sedî 24 e. Herwiha Li gor amarên NYê ji 3ê jinan jinek dikeve ber destdirêjiyê, piraniya wan jjinan ji aliyê mêrên xwe ve rûbirûyê wê tûndiyê dibin.