Li Çewligê jî qedexeyan dest pê kir
Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam in. Di vê çarçoveyê de li navenda Çewlig û 8 navçeyên wê gelek cih wek 'Herêmên Qedexe' hatin ragihandin.
K24 - Çewlig
Li Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam in. Di vê çarçoveyê de li navenda Çewlig û 8 navçeyên wê gelek cih wek 'Herêmên Qedexe' hatin ragihandin.
Parêzgariya Çewligê da zanîn ku ji bo dema 6 mehan, ji ber zêdebûna tevgera rêxistinên deryasayî, 18 dewerên Çewlîgê wek "Herêmên Taybet ên Qedexekirî" hatine ragihandin.
Parêzgeriyê da xuyakirin ku çalakiyên PKKê di demên dawî de zêde bûne û zirarê dide pêşketina civakî û aboriya bajêr.
Li gorî daxuyaniyê, navenda Çewlîgê jî di nav de, navçeyên Darahênî, Bongîlan, Kanîreş, Azarpêt, Xorxol, Çermê û Kexî, li 18 deverên ku piraniya wan çiya û daristan in, qedexe hatiye ragihandin.
Deverên qedexe wek deverên operasyon û şer tên binavkirin û artêşa Tirkiyê ji kuştina sivîlan li wê derê berpirs nayê girtin û artêş dikare her corên çek li wan deveran bikar bîne.