Nêçîrvan Barzanî: Em amadene peywendîyên xwe li gel Bexdayê asayî bikin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amadeya Herêmê derbirê bo danûstandinan û li hev têgehijtinê, peywendîyan li gel Bexdayê asayî veke.
K24-Hewlêr:
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amadeya Herêmê derbirê bo danûstandinan û li hev têgehijtinê, peywendîyan li gel Bexdayê asayî veke.
Duhî Nêçîrvan serok wezîrên Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cêgirê serok wezîran, nwênerên welatên G7 , nwênerê Yûnamî û nwênerê yekêtîya Ewrûpayê li Îraqê kom bûn.
Nêçîrvan Barzanî behsê metirsîyên tengijeya abûrî li ser abûrîya Herêma Kurdistanê kir û ronahî xiste ser egerên wê ku pêkhatîye ji: Birrîna pişka Herêmê ji bûdceyê ji alîyê hikumeta Îraqê ve , hatina zêdetir ji milyonek û 800 hezar koçberan bo Kurdistanê , şerrê Daişê û daketvtina nirxa petrolê li bazarên cîhanê.
Serokê wezîran bo şanda mihvan xuya kir : Tengijeya darayîyê metirsîyeka mezin li ser Herêma Kurdistanê durist kirîye lew hikumeta Herêmê pilaneka tukme darijtîye bo bûrandina evê tengijeyê.
Daxwaz jî kir welatên cîhanê harîkarîya Herêma Kurdistanê bikin heya ku bi kêmtirîn zîyan ji vê tengijeyê rizgar bibe.
Dûv re Qubad Talebanî cêgirê serok wezîrên Herêama Kurdistanê pilana çaksazîya Huikumeta Herêma Kurdistanê bo şanda mihvan şirove kir û behsê hûrkarîyên pêngavên encamdana ewê pilanê kir. ku di dawîyê de dibe pilaneka giştgîr di hemû sêktertên hikumetê de.
Behsa wê yekê jî kir ku serekîtirîn xala evê pilanê duristkirina hevsengîyeka başe di navbera xercîyan û Dahata hikumetê ku 95% ji firoştina petrolêye.
Amaje bo ewê yekê jî kir ku armanc ji pilana çaksazîyê rêk vexistina jêrxana abûrîya Herêma kurdistanêye û baştirkirina jîyana xelkêye.
Ji alîyê xwe ve şanda welatên G7 nerîn û têbînîyên xwe li ser pilanê nîşandan û amadeyîya xwe jî debirîn bo harîakarîkirina Hikumeta Herêmê.
Şanda welatên G& daxwazkirin peywendîyên hikuemta herêma Kurdistanê û Bexdayê asayî bibe daku herdû alî mifayê ji hev dû wergirin.
di hember de Nêçîrvan Barzanî amadeyîya hikumeta Herêma Kurdistanê derbirî bo asayîkirina pywendîyan li gel bexdayê bi rêya danûstandinan û ji hev têgehiştinê.
Daxwaz jî kir di kombûna dahatî ya G7 de ku li Tokyûyê dê bihê encamdan, giringîyê bi rewşa Kurdistanê bidin.