Pîşangeheka Îranê li Kurdistanê, nîgeranî durist kir.
Di pîşangeheka Îranî de li Hewlêrê çend kevalek dij bi Emertîkayê dihên hilawîstin. Gotebêjê wezreta Rewşenbîrîyê ragehand: Ew kevalên hanê ji dervey rêkkevtina me bûn û me ew keval bi wan rakirin.
K24- Hewlêr:
Di pîşangeheka Îranî de li Hewlêrê çend kevalek dij bi Emertîkayê dihên hilawîstin. Gotebêjê wezreta Rewşenbîrîyê ragehand: Ew kevalên hanê ji dervey rêkkevtina me bûn û me ew keval bi wan rakirin.
Hijmareka kevalan li pîşangeha pertûkên Îranê li bajarê Hewlêrê ku dijî Emerîkayê bûn,arîşeyê dixe di wezareta rewşenbîrîyê de, dûv re jî pîşangehê ew keval hilgiritin.
Li gor dûvçûnên Kuridstan24 ewan kevalan behsê peywendîyên di navbera Emerîakayê û Daişê û sîyaseta Îranê li hember Emerîkayê dikirn, serpriştkarê pîşangehê jî ev tişt tekez kir.
Di vê bwarê de Elî Şemsî, serperiştkarê pîşangeha pertûkên Îranî li Hewlêrê bi Kurdistan 24 ragehand: Ew keval behsê tawanên Emerîkayê û Daişê û mijara kafirkirinê dikirin. Me ew keval komkirin û niha me li kogehê danane û me ti arişe li gel wezreta Rewşenbîrîyê nine.
Di vê pîşangehê de di nav wezreta Rewşenbîrîya hikumeta Kurdistanê, hijmareka karîkatêrên dij bi Emerîkayê ji alîyê Komara Îslamîya Îranê ve hatibûn nimsyîşkirin lê piştî duristbûna dengê nerazîbûnê ew karîkatêr hatin hilgirtin.
Ferheng Gomeşînî gotebêjê Wezreta rewşenbîrîya hikumeta Herêma Kurdistanê bi Kurdeistan 24 ragehand: Li gor rênamyîyên me hemû ew karên ku hana tundûtîjîyê û dûberkîyê didin em filter dikin û jêdrên wan dibînîn. Ewa hatîye encamdan karekê ne gelek mezine , lê ew keval li dervey rêkkevtina di naveba me û ewan de bû.