"Dewleta Kurdî dê sûdê bighîne aştiya navçeyê"

Rojnameya Le Mond a Fransî, di raportekê de balê dikşîne ser girîngiya serxwebûn û damezrandina dewleta Kurdî li navçeyê û tê gotin ku; "Damezrandina dewleta Kurdî sûdê dighîne aştiya navçeyê."

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Le Mond a Fransî, di raportekê de balê dikşîne ser girîngiya serxwebûn û damezrandina dewleta Kurdî li navçeyê û tê gotin ku; "Damezrandina dewleta Kurdî sûdê dighîne aştiya navçeyê."

Li gor rojnameyê, herçiqas Kurd li Tirkiye, Îran û Sûriyê belav bûne lê li Iraqê projeya damezrandina dewleta Kurdî rewatiyeke wê ya mezin heye. Rojnameya navbirî bibîr dixe ku ji salên 1970an ve Kurdên Iraqê otonomî bidest xistine, hejmarek regezên serxwebûnê hene û herwiha li gelek cihên diplomatic ala wan li netiş ala welatan hatiye danîn.

Di raporta Le Monde de wiha tê gotin: "Vê rewşê wiha kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza referandûma serxwebûna Kurdistanê bike. Çavkaniya vê jî mînakên wek Katalonya û Skotlanda ye û armanc jî zêdetir şêwra ligel raya giştî ye, ka gelo dixwazin ji Iraqê veqetin."

Raporta rojnameya Fransî wiha berdewam dike: "Piştî çendîn sal tekoşîna li dijî hikûmetên navendê bi taybet rejîma Sedam, Kurdan kariye heta astekî pêwist xwe bighînin cihekî. Piştî sala 1991ê peywendiyên wan ligel Bexdayê pirkêşe û aloz bûn, ligel hemû astengiyên ku hatin pêş, hikûmeta Hewlêrê karî ispat bike ku dikare xwe birêve bibe." Li gor rojnameya navbirî, li aliyekî din dewleta Kurdî li Iraqê bûye projeyeke aqilane û bi sûd.