Hikûmetê dest danî ser Ajansa Cîhanê jî

Dadgeha Sulhê ya Stenbolê, li ser daxwaza dozgerê komarê, bo ajansa Cîhanê jî qeyûm tayîn kirin.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê bo Ajansa Nûçeyan a Cîhanê jî qeyûm hatin erkdarkirin.

Dadgeha Sulhê ya Stenbolê, li ser daxwaza dozgerê komarê, bo ajansa Cîhanê jî qeyûm tayîn kirin.

Dadgehê da zanîn, qeyûmên ku bo rojnameya Zamanê hatine erkdarkirin dê rêveberiya ajansa Cîhanê jî bikin. Her wiha xwest demek zûtir rêveberiya ajansê bê diyar kirin.

Ajansa Nûçeyan a Cîhanê, li Tirkiyê di nav çend ajansên mezin de ye û nêzîkî Cemaeta Fethula Gulen tê nasîn. Beriya 3 rojan bo rojnameya Zamanê jî qeyûm hatibûn erkdarkirin.