Bo piştgiriya Cizîr û Sûrê koordînasyonek hat pêkanîn

Rêxistinên sîvîl ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistan Li Stenbolê hatin ba hev. Bi civîneke çapemenîyê "Koordînasyona Piştgiriyê ya Ji Cizîrê Heta Sûrê" hat ragihandin.

K24 – Stenbol

Rêxistinên sîvîl ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistan Li Stenbolê hatin ba hev. Bi civîneke çapemenîyê "Koordînasyona Piştgiriyê ya Ji Cizîrê Heta Sûrê" hat ragihandin.

Di civînê de Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigit dîyar kir ku, dewletê bajarên Kurdistanê hemû wêran kirine. Koçyigit tekez kirk u ew dê gelê Kurd tenê nehêlin û birînên wan jî dê bi vê koordînasyonê werin derman kirin.

Rêxistinên sivîl doh li Komelaya Mafên Mirovan Şaxa Stenbolê civîneke çapemenîyê saz kirin. Di civînê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk ya Gelan Gulîstan Kiliç Koçyigit, Berdevkê Însîyatîfa Aşitîyê Gencoy Gursoy, Serokê Platforma Anatolîya Rojhilat û Anatolîya Başûr Abdulhakim Daş, Hevseroka Komelaya Rojava Neslîhan Goner axifîn. 

Gulîstan Kiliç Koçyigit di axaftina xwe de behsa ruxandina bajarên Bakurê Kurdistan kir û got: "Dewlet ruxandina Kurdistanê ji bo xwe tiştekî normal dibîne û du re jî dibêje me cîyê ku rûxand emê çêbikin. Lê pêwîstiya Kurdan bi dewletê tune. Emê dest bidin hev û bi Koordînasyona Piştgiriyê ya Ji Cizîrê heta Sûrê alîkariya hev bikin."

Berdevkê Însîyatîfa Aşitîyê Gencoy Gursoy jî bal kişand ser feraseta dewletê û amaje bi wê yekê kir ku Kurd bi terorkirina dewletê ve rû bi rû mane û wiha axifî: "Pêşî hêzên dewletê bajarên Kurdan rûdixînin û du re jî cerdevan diçin wan deran talan dikin. Di dinyayê de nimûneyeke wiha nîne. Dewlet dibêje ku ezê perê xwe bidim û birûxînim."

Hevseroka Komeleya Rojava Neslîhan Goner jî li ser alîkarîkirina Bakurê Kurdistanê rawestîya û got: "Heta niha me ji bo Kobanî û Rojava tecrubeyek bi dest xist, em dixwazin niha jî alîkarîya Cizîr, Şirnex, Silopî û Surê bikin."

Koordînasyona Piştgiriyî ya Ji Cizîrê Heta Sûrê piştî rûxandina bajarên Bakurê Kurdistan dê çalakîyeke alîkarîyê bigre ser milê xwe. Destpêkê pêdivîyên wek xwarin, cil û berg, kelûpelên nav mal, nivîn, doşek û betanî, du re jî ji bo sazkirina xanî û kolanan dê hewil bidin.