Nirxa petrolê berdewame li bilinbûnê.

K24- Hewlêr:

Nirxa bermîla petrolaxav li cora pîvankîya Birênt evro Sêşembîyê gehişte 40,27 dolarên  Emerîkayî ku asteka pîvankîye û bo cara yekêye nirxa petrelê li sala 2016 digehe evê astê.

Nirxa bermîleka petrola xav li cora pîvankîya Birênt ku yeke ji baştirîn corên petrolê li bazarên cîhanê, evro gehişte 40,27 dolaran.

Hevdem nirxa bermîleka petrola xava Têkasasa Emerîkayê gehişte 37,48 dolaran  di demekê de ku berê gehiştibû 37,90 dolaran.

Ji alîyê xwazta petrolê jî, xwaztên Çînê  bo petrola xav  bilindbûn bi xwe ve dît û gehişte 31.80% anku  yek milyon Tonên  Petrolê, (ku nêzîkî 8 milyûn bermîlên petrolêne di rojekê de) bi hemberkirin li gel 19,1%  li meha yeka sala,2016.

Ev di demekê de ye ku bi dirêjahîya sala bûrî petrola xav li bazarên cîhanê nêzîkî sêyeka behayê xwe ji dest da û ji nêzêkî 115 dolaran gehişte jêr 30 doalaran, lê pêşbînî dihêkirin ku dîsan bilind bibe ber bi 50 dolaran bo her bermîlekê.