Bi boyaxkirina pêlavan debara mala xwe dike

Ayten Konak ku ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, bi boyaxkirina pêlavan 3 zarokên xwe bixwedî dike û xwe mihtacî kesî nake.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a35a66b7-c50f-4679-b7c4-a255565be6a0/Jinek%20Dersmy%20Pelav%20Buyax%20dike.ism/manifest

K24 – Dêrsim

Ayten Konak ku ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye, bi boyaxkirina pêlavan 3 zarokên xwe bixwedî dike û xwe mihtacî kesî nake.

Hevserê Ayten Konaka 48 salî 5 sal berê ket girtîgehê û Ayten ligel 3 zarokên xwe bi tenê ma. Keça wê ya herî piçûk 4 salî, ya herî mezin jî 10 salî ye. Konak hem ji zarokên xwe re dayîktiyê û hem jî bavîtiyê dike.

Konak serê sibehê piştî ku her du zarokên xwe dişîne dibistanê, ligel Dîrena keça xwe ya biçûk diçe ber sandoqa boyaxa pêlavan û heta ku zarokên wê ji dibistanê tên, pêlavan boyax dike. Konak heta nîvro boyaxê dike, piştî zarokên wê radizên vêca dest bi çêkirina lûfik û tentenan dike.

Konak dibêje ku ew 5 sal e bi derfetên xwe debara mala xwe dike û got: "Keça min a piçûk hinekî har e, ji ber wê jî ez nikarim bikevim karekî. Ji bo ku em mihtacî kesî nebin min dest bi vî karî kir. Divê ez bixebitim û her sê zarokên xwe bixwedî bikim." 

Konakê got ku wê qebûl nekir ku zarokên xwe bide wargeha xwedîkirinê. Konak li ser nerîna mirovan jî sekinî û wiha axifî: "Ne şerm e ku mirov kar bike. Ji ber ku ez jin im bila min şermezar nekin. Mirovên ku xebata min erênî dibînin jî hene, yên ku neyênî dibînin jî hene. Ez rastî wan têm. Bila ji min re bibin alîkar. Beriya her tiştî ez dê me. Ez ji bo xwe tênakoşim. Tenê ji bo ku zarokên min bixwînin û bibin xwedî pîşe ez ew hewqasî hewl didim."