HSDê 8 gund li başurê Hesekê rizgar kirin

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xirstyan pêktê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hêza wê ya sereke ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava 24 saetên dawî de 8 gundên din ji çeteyan rizgar kirin.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di hundirê 24 setên borî de, karîn 8 gundan li başurê bajarê Hesekê rizgar bike, di nav wan de jî gundê Mekmen.

Derbarê vê mijarê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê li başurê Hesekê berdewame, di encam de jî wan karîne 8 gundan ji çekdarên DAIŞê li wê deverê paqijbikin ji wan jî gundê mekmen.

Ji aliyêke din ve hêza Sûriyê ya demokratîk(HSD) malbeteke Ereb ji destê DAIŞê rizgarkirin, li çiyayê Kezwanê jî gundinên El-Hemed, El-Cedhan, El-Cedûh, , El-Serad, Dilyan, Dilyan Mitlî El-Bedir û rizgarkirin.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji şervanên Kurd, Ereb û Xirstyan pêktê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) hêza wê ya sereke ne.