Neteweyên Hevgirtî: Gelek jinên koçber hevrûşî destdirêjîya sêksî bûne.
Berpirseka rêkxistîya Netewyên Hevgirtî, dibêje hijmareka mezin ji jinên koçber hevrûşî destdirêjîya sêksî bûne.
K24- Hewlêr:
Berpirseka rêkxistîya Netewyên Hevgirtî, dibêje hijmareka mezin ji jinên koçber hevrûşî destdirêjîya sêksî bûne.
Sabîna Fireyezer berpirsa nivîsîngeha Ewrûpayê û Asyaya Navîn bo Karûbarên Mirovî ragehand: Hijmareka mezin ji jinên koçber li rêya çûna wan bo Ewrûpayê hevrûşî destdirêjîya sêksî bûne.
Herweha ew berpirsa rêkxistîya Neteweyên Hevgirtî dibêje: Di dema bûrî de zêdetir ji yek milyon koçber gehiştine Ewrûpayê, lê di dû salên bûrî de, zêdetir ji 4 hezar kes tenê di deryaya Îce de xinkîyane û piranîya wan jî jin û zarone.
Di dema bûrî de rojnameya Şipîgel a Elamanîyayî ji zar devê berpirsên Elmanîyayê ragehandibû: 60% ji wan koçberên gehiştine Elmanîyayê, jinin. Herweha amaje bi wê yekê kiribû ku piranîya jinên koçber li rêya gehiştina wan bi sinûrên welatên rojavaya Ewrûpayê hevrûşî destdirêjîya sêksî bûne.
Bi egera şerra û nearamîya welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Eferîkayê pêleka mezina koçberan ber bi welatên Ewrûpayê çûn. Li gor amarên Neteweyên Hevgirtî û rêkxistîyên mafê mirovan piranîya wan koçberan jin û zarone.