Mislim: Opozîsyon astengiyan datîne pêş danûstandinên aştiyê

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) opozêsyona Sûriyê bi astengkirina danûstandinên aştiyê li Sûriyê tuhmetbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) opozêsyona Sûriyê bi astengkirina danûstandinên aştiyê li Sûriyê tuhmetbar dike.

Hevserokê PYDê Salih Mislim, îro di hevpeyvînekê ligel “Rueters” ragihand ku, opozîsyona Sûriyê ya Erebistana Siudiyê piştevaniya wê dike, bi çi awayeyî be astengan datînin pêş danûstandinênaştiyê û çareseriya siyasî têk dibin.

Gera yekem ya danûstandinên Cenêv3 di 29 Çile dest pê kiribû, Rûsya dixwaz kiribû, ku hin aliyên din wek Hevserokê PYDê Salih Mislim  bi navê opizîsyona Sûriyê tevlî wan danûstandinan bike, lê Mislim bo gera yekem ya Cenêv3 nehat vexwandin.

Îro jî, Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragihand ku, gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê Cenêv3 dê di 14 Avdarê de dest pê bike, ti vexwandinan ji bo kesine din nayin birêkirin. Ango Mislim carek din bo danûstandinên Cenêvê naye vexwandin.