Li Dêrsîmê Roja Jinan bilind hat ragirtin
Li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, daxwaza piştgirîkirina têkoşîna jinan hate kirin.
Pinar Keskîn / K24 - Dêrsim
Li Dêrsîma Bakurê Kurdistanê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, daxwaza piştgirîkirina têkoşîna jinan hate kirin.
Li ser banga Platforma Jinên Dêrsîmê, bi boneya pîrozkirina 8ê Adarê, Parlamentera HDPê Çağlar Demirel û Şaredara Dêrsîmê Nurhayat Altun jî di nav de, bi sedan jin li Kolana Hunerê hatin ba hev û meşek lidar xistin.
Piştî meşe Çaglar Demirel têkoşîna jinên Kurd yên mîna Sakine Cansiz bi bîrxist û diyar kir ku ew ê her tim li ser têkoşîna xwe berdewam bin: “Wekî jin û gelên têkoşer, me bi têkoşîna xwe dîrok ji nû ve nivîsand. Em wekî jinan, bi hêrs in û di refê têkoşînê de pêşeng in. Em ê tu cara ji têkoşîna xwe veneger in û di her qadên jiyanê de têkoşer bin.”
Hevşaredara Bajarokê Periyê Fadîme Çetînkaya jî ji jinan daxwaz kir ku tu carî serê xwe netewînin û daxwaza xurtkirina têkoşînê kir: “Em jin pêşeng in. Divê em li her derê, li her qadan, cihên xwe bigirin, di refên pêş de bin. Heger em di refên pêş de cih negirin, em ê di şûn de bimînin. Wekî Sevê û Fatmayan. Rêya wan rêya me ye. Doza wan doza me ye.”
Jinên din yên di pîrozbahiyê de beşdar bûn jî wiha axivîn:
Pîrejinek: “Divê em werin ba hev daku aştiyê pêk were. Polîsan her der hilweşand, wêran kir. Gunehe, êdî bes e. Jineke ciwan: “Ji bo hemû jinan em di 8ê Adarê de azadiyê dixwazin.” Jineke din jî wiha got: “8ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê û Kurd pîroz be. Heta ji me were em ê têbikoşin.”
Di hemû pîrozbahiyên Roja Jinên Kedkar yê Cîhanê de, peyameke jinan hebû: di her qadên jiyanê de, wekhevî û azadiya jinan. Lê belê peyama jinên Kurd, digel parastina azadiya jinan herwiha azadiya neteweya wan bû.