Pispor peywendiyên Tirkiye û Îranê dinirxînin

Li Rojhilata Navîn, ligel kêşeyên mezhebi û şer û pevçûnên li ser çavkaniyên xwezayî, gelo serdana Davutoglu ya bo Îranê tê çi wateyê?

Azad Altun / K24 - Enqere

Li Rojhilata Navîn, ligel kêşeyên mezhebi û şer û pevçûnên li ser çavkaniyên xwezayî, gelo serdana Davutoglu ya bo Îranê tê çi wateyê? Têkîliya nebaş ya aborî û siyasî ya di navbera Tirkiye û Îranê de wê ji nû ve baş bibe yan na? Pispor vê yekê dinirxînin.

Serdana Davutoglu ya bo Îranê, ji aliyê fersendên piştî rakirina ambargoyê ku wê derkevin holê gelekî girîng tê nirxandin. Di heman demê de ji bo bergeha Ewropayê ya Îranê jî Tirkiye wekî fersendekê tê dîtin.

Li gorî siyasetmedar û rojnamegaran ji serdema peymana Qesrî-Şîrînê heta niha têkiliyên Tirkiye û Îranê baş bûne. Lê piştî şerê navxweyî yê Suriyê qeyrana ku peyda bû ev têkîlî daket asta herî nizm.

Ne tenê di qada siyasî de, danûstandinên geş yên di warê aborî de jî lawaz bûn. Di salên 2012an de qebareya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Îranê de 20 milyar dolar bû, lê niha daketiye 10 milyar dolaran.

Li gor Rojnameger û Nivîskar Saygi Ozturk, di van demên dawî de bikaranîna deriyê Gurpinarê wê têkîliyên hem siyasî hem jî aborî geştir bike; “Bi taybetî tengaviya piştî pirsgirêka ku bi Rûsan re rû da, herwiha pirsgirêkên ku bi Suriyê re dest pê kirin, Tirkiye dixwaze hewl û planên nû bixe tevgerê. Ma ku em ji Îranê ji Sûriyê tiştan nestînin em ê ji ku bistînin?”

Îran yek ji welatên herî zêde ku xwedî rezerva gazê û neftê ye. Ji welatên Ewropayê bigirin heta bi welatên Ereb ku bi Îranê re cîran in jî, bi çavê bihuşta bazirganiyê lê dinêrin. Di heman demê de Tirkiye jî dixwaze bingeha têkîliyên xwe yên dîrokî yên bi Îranê re biparêze.

Bi baweriya Aborînas Prof. Dr. Erdal Tanas Karagol, di vê serdema ku hemû cîhan di nav qeyraneke aborî ya global de ye, li kêleka Tirkiyê fersende mezin heye û divê bi kar bîne: “Tirkiye dixaze bibe navenda enerjiyê. Dema ku mirov rewşa jeopolîtîk a Tirkiyê li ber çavan bigire, Îran jî wê bixwaze ku gaza xwe bifroşe welatên Ewropayê. Di qada aboriya navneteweyî de biqasî Tirkiyê pêdiviya Îranê jî pê heye.”

Rakirina ambargoyê barekî mezin ji ser pişta Îranê hilanî. Niha ligel Tirkiyê çavê hemû welatên cîhanê li Îranê ye. Îran ji bo ku bikaribe berê xwe bide qada bazirganiya navneteweyî, wê bi Tirkiyê re têkiliyên baş bike yan na? Di rojên pêş de wê encama serdana Davutoglu ya bo Îranê ya di vê çarçoveyê de diyar bibe.

Rojnameger û Nivîskar Saygi Ozturk