Elî Qazî û Şivan Perwer roja Jinan li Leşkerên Roj pîroz kirin
Di serdanekê ji bendava Mûsilê re, Elî Qazî Mihemed Kurê serkirdeyê Kurd Qazî Mihemed û hunermendê navdar yê Kurd Şivan Perwer, di roja “Jinên Kedkar yên Cihanê” de li Pêşmergeyên keç yên leşkerên Roj, pîroz kirin, bi wê boneyê jî ahengek birêve birin.

K24 – Dihok

Şivan Perwer derbarê rola hunermendan di qonaxa niha de, piştevaniya Pêşmergeyên Kurdistanê de, ji K24 re ragihand ku, ew bi xwîna xwe parastina gelê Kurdistanê dikin, lewre çi xizmet ji wan bê xastin, dê xizmeta wan Pêşmerge bikin.
Elî Qazî Mihemed jî dibêje, vê rojê Kurdistana Mahabadê anî bîra wî, ku di wê demê de Pêşmergeyên Kurdistanê berevanî ji ber axa Mahabadê kirin.