Kompanyaya Şêl 2 milyar dolaran ji qerên Îranê vedigerîne.
Kompanyaya Şêl nêzîkî 2 milyar dolaran Qerên kompanya Petrola Nîştîmanîya Îranê dvegerandin li gor rêkevtina di navber herdû alîyan de, piştî hilgirtina sizayên abûrî li ser Îranê.
K24- Hewlêr:
Kompanyaya Şêl nêzîkî 2 milyar dolaran Qerên kompanya Petrola Nîştîmanîya Îranê dvegerandin li gor rêkevtina di navber herdû alîyan de, piştî hilgirtina sizayên abûrî li ser Îranê.
Ajansa Royterz belav kir, Kompanyaya Şêl ku kompanyayeka hevpişka Birîtanî û Holendîye di bwarê petrolê de. Piştî ku dest bi danûstandinan ve kir li gel kompanyaya Petrola Nîştîmanîya Îranê, bihayê milyarek 770 milyon Yorû (nêzîkî 2 milyar dolarên Emerîkayî) ji şehnên darayîyên kompanya Îranê vegrandin.
Ev qer bo serdema ablûqeya abûrîya sepandî bi ser Îranê divegere, niha jî bi egera hilgirtina wê ablûqeya ser Îranê pişkek ji wan pereyên bilok kirî diwergire û berê jî berpirsên ewî welatî ragehandibûn ku zêdetir ji 33 milyar dolaran dê vegere bo wan piştî hilgirtina sizayên ser ewî welatî.
Piştî hilgurtina abluqeya abûrî li ser Îranê pişkek ji pereyên bilokkirîyên ewî welatî hatin aşkerakirin, lê heya niha pişkek mezin ji wî perey nevegerîyaye.
Di dawîya sala bûrî civaka nêvdewletî abluqeya abûrî li ser Îranê hilgirtin. Hilgirtina abluqeyê piştî wê yekê hat ku li 14/Temûza bûrî, Îran û welatên pênc ko yek, li Cinêvê gehiştin rêkevtinê.