Li Şirnexê operasyonên Tirkiyê bi dawî hatin
Hatibû ragehandin ku, 4 hezar leşker û bi hezaran polîs beşdarî wê operasyonê bûne.
K24-Şirnex
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê operasyonên Artêşa Tirkiyê bi dawî hatin. Lê qedexeya derketina derve berdewam dike
Li navçeya Hezexê û gundê Xirabê Şerefê, di 16ê Sibatê de qedexeya derketina derve hat ragehandin û heman rojê, tank jî di nav de bi alav û çekên giran operasyon hatibû destpêkirin. Hatibû ragehandin ku, 4 hezar leşker û bi hezaran polîs beşdarî wê operasyonê bûne.
Artêşa Tirkiyê ragehand, di operasyona 24 rojan de 114 endamên YPS'ê hatine kuştin, lê çavkaniyên herêmî derbarî encaman de agahiyen zelal bi dest naxin.
Di operasyonan de avahiya HDP ya navçeyê di encama topbaranê de hatibû hilweşandin.
Derbarê rakirina qedexeyê de daxuyaniya fermî nehat dayîn.
Duh êvarê jî, li navçeyê, di encama teqînekê de, 2 polîsên operasyonên taybet hatibûn kuştin.