Kempeka nû bo koçebrên Kurd li firansayê hat duristkirin.
Rêkxisrtîya Pizîşkên Bêsinûr kempeka nû duristkirin bo koçberên bajarê Kalêya Firansayê ku piranîya wan Kurdin.
K24- Lenden:
Rêkxisrtîya Pizîşkên Bêsinûr kempeka nû duristkirin bo koçberên bajarê Kalêya Firansayê ku piranîya wan Kurdin.
Rojnameya Deylî Meyl a Birîtanî ragehand: Ew kempa nû bi daran hatîye avakirin û xercîya wê 3 milyon Pawendin. Ewê kempê nêzîkî 200 hezar koçberan ji xwe digire ku piranîya wan Kurdên Başûr û Rojavaya Kurdistanê ne û li benda wê yekê ne ku biçin Birîtanîyayê.
Heysem ku koçberekê Kurde û xelkê bajarê Kerkûkêye û li gel hevsera xe Perêz û dû zaroyên xwe bi nave Behêz û Mehemed di wê kempê de dijîn. Ew dibêje: Bi hember kirin li gel cihê meyê berê, ev cih gelek baştire, herçende ev cih ya sare, lê ev cihek demkîye û me divê bi zûtirîn dem biçin Birîtanîyayê.
Twana, koçberkê dîyê Kurde û dibêje: Rewşa me li vir ne xirabe, herçende vir gelek sare me alavên xwe germînê nine, lew em naçarîn bi betanîyan xwe gerim vekin yan li benda hilatina rojê bimînin.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)