Kenedayê biryarek nû li ser şerrê dijî Daişê derxist.
Perlemana Kenedayê biryar da şêwaza pişikdarîya xwe di Hevpeyamnîya Nêvdewletî de li şerrê dijî Daişê li Îraqê û Suryayê biguhere û ji batî pişikdarîyê bi firokeyên cengî di vî şerrî de, serbazên zêdetir dê bişîne .
K24- Hewêr:

Perlemana Kenedayê di rûnştina dûhî de biryar da firokeyên cengîyên xwe vekişêne ewên li şerrê dijî Daişê li Îraq û Surayaê dipişikdarin û li şûna wan serbazên hêzên taybetîyên xwe bişîne bo pişikdarîyê bo şerrê li dijî Daişê.
Ev di demekê deye ku serok wezîrên kenedayê, Castin Tirodo, meha bûrî regehand ku welatê wî hêrişên asamanî biragere ku bo ser cîhadîyên Suryayê û Îraqê di çarçûveya Hevpeymanîya Nêvdewletî encam didin û wan şeş firokeyên cengî vegerînin bo Kenedayê li beramber ewê yekê hijmara serbazîyên hêzên taybet sê ew hind zêde bike ku hijmara wan digehe 210 serbazan bo meşkdana hêzên Îraqê.
Li 17/2/2016 firokeyên cengîyên Kenedayê li corên F18 hêrişên dawîyê encamdan bo ser çekdarên Daişê li nêzîk Bexdayê.
Lê sera evê biryarê jî, Keneda pişikdare di Hevpeyamnîya Nêvdewletî de li dijî daişê bi dû firokeyên çavdêrîyê û dû firokeyên gehandina sûtemenîyê li asman.