li Herêma Kurdistanê, Tûndûtîjî li dijî afertan kêm bûye.
Sikirtêra Borda Çavdêrîya Mafên Jinan li Serokatîya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Rêjeya tundûtîjîyê li bermber afretan li Herêma Kurdistanê, sal bo salî ber bi kêmîyê diçin.
K24- Hewlêr:
Sikirtêra Borda Çavdêrîya Mafên Jinan li Serokatîya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Rêjeya tundûtîjîyê li bermber afretan li Herêma Kurdistanê, sal bo salî ber bi kêmîyê diçin.
Di hevdîtineka taybet bo Kurdistan24, Xanzad Sedî, sikirtêra Borda Çavdêrîya Mafên Jinan li serokatîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: Corên tundûtîjîyên, kuştin, xwekuştin, şewitîn û tundûtîjîya sêksî li salên berê gelek bûn, lê sal dûv salê ev tundûtîjî kêm dibin.
Xanzad Sedî got jî: Heya çend salan berî niha lêdana zelamî li hevjîna xwe wek piroseyeka rojane bû, lê evro afret dema hevserîyê dike dizane wê wek zelamî erk û mafê xwe hene.
Amara Borda Çavdêrîya Mafên Jinan li Serokatîya Civata Wezîraên Herêma Kurdistanê xuya kir ku li gor amaran li sala 2012 rêjeya tundûtîjîyê 1304 keys bûn, lê li sala 2015 ev rêje kêm bûye û bo 565 keysan.
Li gor ewê amarê rêjeya tomarkirina sikalayan zêde bûye li sala 2012, 3389 sikala hatin tomarkirin, belê li sal 2015, 7262 sikala hatine tomar kirin, çalakvanên bwarê mafên afretan, egera bilidbûna rêjeya sikalayan divegerînnin bo bêtir hoşîyarbûna jinan.