NY: Rêkeftina YE û tirkiyê metirsiye li ser jiyana penaberan
Ev meheke 13 hezar penaber li ser sînorê Yonanistan û Meqdonyayê asê mane, li gor rêxistinên mirovî rewşa wan penaberan xirabe, di nav wan de zarok jî hene.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberê beşa Ewrûpayê ya penaberên cîhanî Vincent Cochete ragehand ku, vegerandina penaberan li Yewnanîstanê jiyana wan penaberan dike metirsiyê de.
Li gor rêkeftina Yekîtiya Ewrpayê û Tirkiyê wê YEwrûpa 3 milyar Euro bibexşê, li hember vê Tirkiye rê li pêş çûna penaberan bigre ku neçin Ewrûpayê
Derbarê vê mijarê de Rêveberê beşa Ewrûpayê ya penaberên cîhanî Vincent Cochete daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, vegerandina penaberan li Yewnanîstanê jiyana wan penaberan dike metirsiyê de
Da zanîn ku, rêjeya wergirtina penaberên Iraq û Sûriyê, li Tirkiyê pir kême û tenê sedî 3 ye.
Komisyona Bilin a bi ser Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji wê rêkevtina di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpa(YE) nîgeranbû.
Ev meheke 13 hezar penaber li ser sînorê Yonanistan û Meqdonyayê asê mane, li gor rêxistinên mirovî rewşa wan penaberan xirabe, di nav wan de zarok jî hene.