Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya koça dawî kir
Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di temenê xwe yê 78 salî de koça dawî kir.
K24 – Hewlêr
Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di temenê xwe yê 78 salî de koça dawî kir.
Siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di temenê xwe yê 78 salî de xatir ji gele Kurd xwest. Çend roj berê Yaşar Kaya li nexweşxaneya Par a Hewlêrê hatibû razandin û roja înê (4ê mehê) jî hatibû derxistin. Yaşar Kaya li mala xwe ya li ‘Gundê Brîtanî' ya Hewlêrê koça dawî kir.
Yaşar Kaya, ji ber xebatên siyasî neçar mabû derbasî Ewropayê bibe, 2 sal berê vegeriyabû Tirkiyê û li Stenbolê bicîh bûbû. Kaya 20 roj berê ji Tirkiyê vegeriyabû Hewlêrê.
Yaşar Kaya kî ye?
Sala 1938ê li bajarê Qersê yê Tirkiyê ji dayîk bûbû. Kaya sala 1959ê dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 49 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê dosyaya wan wek "Doza 49" hat binavkirin û 10 salan berdewam kir. Sala 1965ê zanîngeh qedand.
Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê bo bajarê Konyayê hat sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di gelek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropa û li wir Parlamentoya Kurdistanê ava kir.
Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.