Fermandarekê Emerîkayê: Min pêşnîyaz kirîye hêzên zêdetir bişînin bo rizgarkirna Mûsilê.

Fermandarê Fermandeya Supayê Emerîkayê, Ceneral Liwîd Ostin ragehand ku çend pîşnîyaz pêşkeşkirine û yek ji wan pêşnîyazan zêdekirina şîyanane ji bona azadkirina bajarê Reqe û Bajarê Mûsilê ku dû pêgehên serkîyên Daişê ne li Surya û Îraqê.

K24- Hewlêr:

Ceneral Liwîd Ostin li pêşîya Komîteya Karûbarên Serbazî  li kongirêsa Emerîkayê ragehand jî: Hebûna hijmareka zêdetir li ser erdê şîyana komkirina zanîyarîyên saloxvanîyê li ser erdê zêdtir dike û zêdetir dikarîn harîkarîyê û şîretan pêşkeş bikin.

Fermandarê fermangeha Navendîya Supayê Emerîkayê red kir, zanîyarîyên hijamra  hêzan zêdetir aşkera bike û got jî: Niha min pêşnîyazên xwe dayne serokên xwe û ez li benda bersiva wanim.

Ev di demekê deye, hêzeka  Emerîkayê ku ji çend hezar serbaz û rawêjkarên serbazî  pêkahatîye, li Herêma Kurdistanê û çend deverên Îraqê hatin cigîrkirin bo meşqdana hêzên Pêşmergey û supayê Îraqê.

Hevdem li gor wezreta berevanîya Emerîkayê hêzeka ku ji 50 serbazan pêk dihê, li Rojavaya Kurdistanê hatine cihgîrkirin bo harîkarkirina Yekîneyên Parastina gel(YPG)yê û hêzên opizisyûna lîbralîya Suryayê li dijî girûpên cîhadî nemaze li dijî Daişê û Enîya Nûsre.