Kenedayê Pilan heye li 2016 koçberan zêdetir biwergire.
Hikumeta Kenedeyê ragehand ku pilanêkê didarêje bo wergirtiana hijmareka zêdetera koçberan li sala 2016 hevdem tekez kir li ser komkirina endamên xêzanên koçberan.
K24- Hewlêr:
Hikumeta Kenedeyê ragehand ku pilanêkê didarêje bo wergirtiana hijmareka zêdetera koçberan li sala 2016 hevdem tekez kir li ser komkirina endamên xêzanên koçberan.
Hikumeta Kendayê berî hilbijartinan û pêkhînana hikumetê sozdabûn ku hijamreka zêdetira ji hikumeta berê, koçberên Suryayê biwergire. Herwha ragehand: wan hizre di navbera 280-305 hezar koçberên din biwergirin li sal 2016. Di demekê de asta wergirtina koçberan li Kenedayê li 2015 gehişte 279 hezar û 200 koîberan.
Hevdem wezîrê Koçberîya Kenedayê, Con Malkom, ragehand: Hikumet 18 hezar koçberan dê biwergire li jêr çavdêrîya çand alîyên taybet, Ev jî sê hindî asta salên berêye.
Hikumeta Kenedayê hevdem ev sal dixwaze 55 hezar 800 koîberên din biwegire û rê bide bi pêşwazîkirina 75-83 hezrar koçberan di çarçoveya pirograma taybet bi xêzanan.
Wezîrê koçberîya Kenedayê Con malkom bi rojnamevanan ragehand got: Ew pilan amajeye bo guhertineka mezine di sîyaseta me de bo komkirina endamên xêzanên zêdetir û avakirina abûrîya xwe û bihêzkirina kiltûra miroavanîya Kenedayê dakû dûbara koçberan akincî bikin û asayîşê dabîn bikin bo her kesekê ku pêdivî be.
Li gor rêkxistîya Neteweyên Hevgirtî li sal 2015 haya niha û piştî despêkirina çûna berfireha koçberan bo Ewrûpayê zêdetir ji milyonek koçber gehiştine Ewrûpayê û pêşbînî dihê kirin ev rewş bi dirêjahîya sala 2016 jî berdewam be.