Wezareta Darayîyê 9 rojan dide ew kesên otombîlên hikumetê li ba wane.

Li go birayareka wezareta Darayayîya hikumta Herêma Kurdistanê, ew kesên otombîlên hikumî l ba wane heya 18 ya evê mehê divê xwe yek alî bikin, yan otombîlê vegerînin bo hikumetê yan jî xercîya wan bikêşin.

K24- Hewlêr.

Di birayara wezreta Darayî de hatîye ku ew otmbêlên ku rajederîya giştî pê dihên encamdan wek, Embolans, veguhaztin û otombîlên pakijkirina Bajêrî dê li gor Kilometran benzîn û rûn jê re bihê dabînkirin, lê ew kesên ku otombîlên hikumetê li ba wan dimîne divê hemû xercîyên wê otombîlê bikêşe, bi pereya serpêçî û baca hatîçûnê ve jî.

Otombîlên rajedarîyê bi vî awayî xercîyên wan dihên dabînkirin. Bo her 2000 Km yak car rûn dihê guhertin û bo otombîlên 4 pistin bo her 9Km yek litir benzîn, bo yên 8pistin bo her 6Km yek litr benzîn dihê dabînkirin.