Mesrûr Barzanî:Mejîya çekdarên Daişê hatine şûştin.
Mesrûr Barzanî rawêjkarê Civata asayîşa Herêma Kurdistanê li ser rûbrûbûna çekdarên Daişê bo kenala BBC ragehand: Rûbirûbaûna wan kesan zehmete, ewên mejîyên wan hatine şûştin û bo her çi be amadene xwe bikujin. Mesrûr barzanî, çîroka xwekûjekî divegêre, dema ji alîyê hêzên Pêşmerge hatîye girtin û ewî xwekûjî hawar dikr: Min tenê deh xûlek mabûn biçim ba pêxember.
K24- Hewlêr:

Rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê got jî: Wan tim ew hest heye ku eger te bikujin, xwe bi vebirî û serkevtî dizanin û eger wan jî bikujî, dibêjin diçîn Beheştê, lew rûbirûbûna kesên bi vî awayî hizir dikin gelek zehmet û girçine.
Li ser şîyanên serbazîyên çekdarên Daişê, Mesrûr Barzanî dibêje: Şervanên baş û şîyanên bikarhînana çekên giran hene û efserên serbazîyên kevin jî di nav wan de hene, ku dizanin çawa şerrî bikin û pilanên şerr û hêrişkirinê bidarêjin û wek supayeka amade şerr dikin.