Vatîkan piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

Balyozê Vatîkanê li Iraqê radigihîne, bo pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê ji hejmareke zêde ji penaberan re, niyaza xêr û serkeftinê bo Herêma Kurdistanê dixwaze.

K24 – Hewlêr

Balyozê Vatîkanê li Iraqê radigihîne, bo pêşwazîkirina Herêma Kurdistanê ji hejmareke zêde ji penaberan re, niyaza xêr û serkeftinê bo Herêma Kurdistanê dixwaze.

Balyozê Vatîkanê li Iraqê Ariç Pîşop serdana Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û tekezî li piştevaniya Vatîkanê bo Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, ew destxweşiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber pêşwazikirina hejmareke mezin ji penaberan dikin.

Ji aliyê xwe ve, Barzanî di civîna ligel Pîşop ku wek balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê ye ragihand, Xirîstiyaniyên li Herêma Kurdistanê dîrokekî kevin heye û ew beşeke girîng in di civaka Kurdistanê de.

 Barzanî amaje bi kelkura pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku, hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê şanziyê bi wê kelturê dikin.

Barzanî ragihand jî, tevî krîza darayî ya Herêma Kurdistanê de, tekezî li wê yekê kir, ew kar dikin bo azadkirina navçeyên di bin destê DAIŞê de dikin, bo ew penaber bi serbilindî vegerin cihên xwe.