Rakirina vîzeyê: "Xweş xeber e lê min ne bawer e"
Tê gotin ku ji bo welatiyên Tirkiyê bêvîze biçin welatên Ewropayê şertê vîzeyê dê bê rakirin. Lê pispor ji vê yekê bawer nakin, ji ber mercên Ewropayê hene.
K24 – Stenbol
Di civînên Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û serkirdeyên Ewropayê de meseleya vîzeyê hat rojevê. Tê gotin ku ji bo welatiyên Tirkiyê bêvîze biçin welatên Ewropayê şertê vîzeyê dê bê rakirin. Eger qanûnên pêwîst werin amadekirin di meha Hezîranê de şertê vîzeyê dê rabe. Lê belê pispor ji vê yekê bawer nakin.
Yekîtiya Ewropayê ku dixwaze kêşeyên penaberan çareser bike ligel Tirkiyê dest bi xebat û hevdîtinan kir. Tirkiye ji bo welatiyên xwe ji rayedarên Ewropayê daxwaz kir ku şertê vîzeyê were rakirin. Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu piştî gotûbêjên li gel serkirdeyên Ewropayî da zanîn ku piştî dawiya meha Hezîranê welatiyên wan dê bê vîze biçin Ewropayê.
Akademîsyen û rojnameger Prof. Dr. Mehmet Altan diyar kir ku ew bawer nake ku vîze bê rakirin û ji Kurdistan24ê re got: “Karê rakirina vîzeyê ne asan e. Li ser vîzeyê gotinên Davutoglu û rayedarên Ewropayê ji hev cuda ne. Min ji serkirdeyên Ewropayê bihîst ku piştî meha Cotmehê ew dê careke din mijara vîzeyê gotûbêj bikin. Ji bo welatekî mîna Tirkiyê ku 80 milyon nifusa wê heye zû bi zû vîze nayê rakirin. Xweş xeber e lê min ne bawer e.”
Lê belê, beriya geşt û gera bê vîzeyê ya bo Ewropayê divê hikûmeta Tirkiyê hinek krîteran cîbicîh bike. Divê ewlekariya belgeyên nasname û pasaportan pêk bîne, rê li ber rêwîtiyên neqanûnî bigire, li gor standartên Yekîtiya Ewropayê rêvebirina koçberiyê saz bike. Eger derbarê mijarê de 9 zagonên pêwîst bên derxistin şertê vîzeyê wê bi dawî bibe.
Şîrovekar Musa Kurt ji bo pêşketina têkiliyên aborî sepandina bêvîzeyê girîng dibîne û dibêje: “Divê mirov bê vîze bi awayekî rehettir derbasî aliyê Ewropayê bibin. Jixwe ev astengiyek e. Lê belê ji bo pêkanîna vê yekê divê bingehek hebe. Eger ev bingeh nebe derbasbûna bêvîze pir zehmet e.”
Mijara vîzeyê cara yekem sala 2013an dema îmzekirina Peymana Pejirandina Dubare ya Yekîtiya Ewropayê hatibû axaftin. Wê çaxê ligel Tirkiye bo herêma Schengen tenê belgeya nexşeya xebatê hatibû pejirandin.
