Jinên Zaxoyê dibin Pêşmerge

Bo yekem car li ser asta Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, xuleke perwerdekirina zêdetirî 200 jin li Akadîmiya leşkerî ya Zaxoyê birêve çû. Beşdariyên xulê jî salekê waneyê leşkerî bi tiyorî û pratîkî wergirdigirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a4b27dec-f774-489e-abfe-3ebf35918889/ekadimiyai%20serbazi%20zaxo%20jn.ism/manifest

K24 – Zaxo

Bo yekem car li ser asta Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, xuleke perwerdekirina zêdetirî 200 jin li Akadîmiya leşkerî ya Zaxoyê birêve çû. Beşdariyên xulê jî salekê waneyê leşkerî bi tiyorî û pratîkî wergirdigirin.

Hindek ji wan jinan derçûna perwerdekirinê, di baweriyên wan de ye, ku dikarin bibin hevkarine baş ji hêzên Pêşmerge re.

Fermandarê Foca  Yekem Muqedem Şemsedîn Ehmed dibêje: “Beşdarbûna perwerde li ser hemû cureyên çekan hate kirin.”

Herwiha Fermandarê Foca  Duyem jî, Muqedem Xoşnav Mihemed dibêje: “Ev xule xuleya 21ê yê Akadîmiya Zaxoyê taybet bi jinên devera Zaxoyê bû, hejmara wan jî 201 jin bûn, ku bawernameyên bakaloryoson di Zanista Leşkerî werdigirin û pileya Mulazim yek dest bi karê xwe dikin.”