Li Bakurê Kurdistanê tedbîrên nû tên wergirtin

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê dixwaze tedbîrên ewlekarîyê yê nû bîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Efkan Ala dîyar dike ku li her taxekê ewê navendeke polîsan ava bikin.

K24 - Stenbol

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê dixwaze tedbîrên ewlekarîyê yê nû bîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Efkan Ala dîyar dike ku li her taxekê ewê navendeke polîsan ava bikin. Ala got ku polîs, leşker û hêzên taybet dê bikaribin bêagahî pişkinan bikin.

Tirkiye li Bakurê Kurdistan dixwaze pirsa Kurd bi awayekî emnî çareser bike. Wazîrê Derve yê Tirkiyê Efkan Ala di daxuyaniyekê de amaje amaje bi wê yekê kir ku navçeyên krîtîk di serî de di nav bajaran de pêşgirîyeke emnî dê derxînin pêş. Ev pêşgirî dê heta Newrozê bê astekê û piştî Newrozê jî wê gav bi gav têkeve rojevê.

Di vê pêşgirîya emnî de dê li her taxekê navenda polîsan hebe, tax tax, kolan kolan dê hêzên berpirs werin bicîh kirin. Li gorî vê planê polîs, leşker, hêzên taybet dê bi serên xwe bikaribin pişkinînan bikin. Di nav molan, balefirgahan, stadyuman de bêagahdarî dê bikarin kontrolê bikin.

Piştî ku bûyerên li bajarên Bakurên Kurdistan wek Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûrê qewimîn dewlata Tirkiyê jî bo çareserîyê pêşgirîyên emnî anîn rojevê. Wezîrê Navxwe Efkan Ala, ji bo vê stratejîya emnî dibêje ku ew ji bo welatiyên wan xwe di nav ewlekariyê de bibînin tedbîrên wiha werdigirin.

Efkan Ala got: "Niha rizgarkirina Surê ji sedî 70ê xilas bûye. Heta 21ê Newrozê ez difikirim ku dê li Sûrê tevahî xilas bibe. Dibe ku hin tîştan em pêşî de nebînin lê pir hindik maye. Emê kolan kolan, tax tak tedbîrên emnî werbigrin."

Ji damezrandina dewleta Tirkiyê heta niha hat xwestin ku pirsa Kurd bi awayên leşkerî û ewlekariyê were çareser kirin. Gelek hikûmet hatin û çûn, lê pirsa Kurd bi rengê emnî heta niha jî nehat çereserkirin. Hikûmeta Tirkiyê bi tedbîrên emnî û kevneşapî hêjî dixwaze ku pirsa Kurd çareser bike, lê ev pirs li benda çareserkirina sîyasî ye.