Saziya olî ya Tirkiyê li ser xwedênenasan fetwayek da

Serokatiya Kar û Barên Olî ya Tirkiyê derbarê xwedênenasan de fetwayek ragihand û vê yekê rê li ber nîqaşên mezin vekir.

Azad Altun / K24 – Enqere

Serokatiya Kar û Barên Olî ya Tirkiyê derbarê xwedênenasan de fetwayek ragihand û vê yekê rê li ber nîqaşên mezin vekir. Li gorî fetwaya saziya olî divê tu kes bi wan xwedênenasan re nezewice, herwiha goştên ku bi deste wan tê jêkirin jî nexwe.

Demeke direj e ku di hinek waran de fetwayên saziya olî ya Tirkiyê rê li ber gengeşeyan vedike. Ya herî dawîn jî ya derbarê xwedênenasan de bû. Li gorî fetwaya Serokatiya Kar û Barên Ayînî zewaca jineke misliman ya bi kesekî xwedênenas re ne caîz e, di heman deme de zewaca mêrekî misliman jî bi jineke bi vî awayî re ne caîz e.

Li gorî salnameya 2016an ya saziya ayînî serê ajala ku bi deste xwedênenasekî hatiye jêkirin jî nakeve şuna qurbanê û goştê wê sewalê jî ne helal e. Li ser vê daxuyaniya saziya ayînî nîqaşekê dest pê kir. Li aliyekî oldarên Kurd li aliyê din jî Komeleya Xwedênenasan ya Li Tirkiyê li pêşberî vê helwestê reaksiyon nîşandan.

Parlamenterê HDPê û Miftiyê Kevin yê Diyarbekirê Nîmetullah Erdogmuş di vê derbarê de ji Kurdistan24ê re wiha axifî:  "Hewqas komkujî hene tiştekî nabêje. Erkê diyanetê li ser kerama însana ye. Li ser danûstandina mirovan, li ser fikrê mirovan û li ser baweriya mirovan diyanet çawa dikare fetwa bide û biaxife. Ez vê helwestê rexne dikim."

Di 2ê Tirmeha sala 1993an de li Sêwasê, otela bi navê Madimakê ji aliyê girseyeke li ser navê Îslama Sunî civiya bû bi mebesta cîhadê hatibû şewitandin û di wê otelê de 33 rewşenbîrên ku wekî xwedênenas hatibûn sucdarkirin canê xwe ji dest dabûn.

Berpirsyarê Komeleya Xwedênenasan ya Şaxa Enqerê Taner Beyter jî got: "Halê hazir jixwe gelek problemên me yên ne oldar, xwedênenas hene, bi ser vê yekê danîna xêzeke qalin ya bi awayê ku “kêsên misliman û ne misliman nikarin bi hev re bizevicin” dijminatiyê kurtir dike. Ev daxuyanî rê li cudakariyê vedike û mirov nikare di çarçoveya derbirina ramana azad de binirxîne."

Ji bilî xwedênenasan li Tirkiyê gelek caran Kurd, Ermen û Elewî jî beramberî êrîşên olî tên. Piştî vê daxuyaniya Serokatiya Kar û Barên Ayînî nîqaşên li ser vê mijarê yên ku çend meh berê hatibûn kirin careke din ketin rojevê. Lewr Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdema hilbijartinan de Quran xistibû destê xwe û hem HDPyî hem jî kesên ku piştevanî û hevkariya wê dikirin wekî bê ol ragihandibû. Herwiha MHPê jî, CHP wekî partiya bê ol destnîşan kiribû.