Cara yekêye Pêşmerge meşqê li ser çekên Emerîkayî dikin.

Dû lîwayên ser bi wezareta Pêşmerge destkirin bi meşq û rahînanan li ser çekîn Emerîkayî, serperiştayarê meşqîyê Hevpeymanên nêvdewletî xuya dike ku heft welat, meşqê bi dû lîwayên Pêşmergeyan dikin û dê 10 hefteyan berdewam bibe.

K24-Hewlêr:

Dû lîwayên ser bi wezareta Pêşmerge destkirin bi meşq û rahînanan li ser çekîn Emerîkayî, serperiştayarê meşqîyê Hevpeymanên nêvdewletî xuya dike ku heft welat, meşqê bi dû lîwayên Pêşmergeyan dikin û dê  10 hefteyan berdewam bibe.

Bo cara yekê ye herdû lîwayên yek û dû ewên ser bi wzareta Pêşmerge dest dikin bi meşq û rahînanan li ser çekên Emerîkayî.

Ev dû lîwa ji alîyê Emerîkayê ve hatine pir çek kirin  û ev meşq û rahînan bo 10 hefteyan berdewam dibe û bi dû qonaxan dihên encamdan.

Lîwa yek û dû ya ser bi wezareta Pêşmerge  li fêrgeha Pilingê Zêrevanîyê  li Hewlêrê û fêrgeha Etroş li Duhok û fêrgeh a Menîle li Çemçemal meşq li ser çekên Emerîakayî  ji corê m16 û M60 dikin.

Muqdem Necat Ebdûlla Qereçetanî, fermandarê fewca yekê ji lîwaya dû got: Di vê fêrgehê de heft welatên bîyanî, ji wan jî; Emerîka, Elmanîta, Holenda û Îtalîya  di çarçoveya welatên Hevpeyman  li şerrê dijî Daişê meşqê bi pêşmergey dikin

Zêdetir ji 300 rawêjkarên serbazî li Herêma Kurdistanê meşqê bi Pêşmergeyan dikin  û fermandarekê serbazîyê Emerîkayê ser same bi serkevtinên Pêşmergey  di meşq û rahînan de.

Her çende berê biryar bû Emerîka dû lîwayên nû bo Pêşmergeyan bidamezrîne , lê bi egera tengijeya abûrî ew dû lîwa nehatin damezirandin û li şûna wan Emerîkayê meşq bi herdû lîwayên Yek û dû yên ser bi wezareta Pêşmerge pir çek kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5ab3d0ac-a8a0-4a15-81f9-66f7727a4e44/MASHQI%20PESHMARGA.ism/manifest