Jinên herî zêde dijîn li Dêrsîmê ne!
TUÎKê têgînên lêkolîna bi navê “Bi Daneyan Jin” ya sala derbasbûyî ragihand. Di nava hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de Dersîm bajarê yekemîn hate hilbijartin.
K24 – Dêrsim
TUÎKê têgînên lêkolîna bi navê “Bi Daneyan Jin” ya sala derbasbûyî ragihand. Di nava hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de Dersîm bajarê yekemîn hate hilbijartin. Li gorî vê lêkolînê her jinek li Dêrsîmê kêmtirîn 85 sal û 7 mehan dijî.
Li gor lêkolîna TUÎKê serjimara Tirkiyê ji 78 milyon û 741 hezar û 53 kesan pêk tê. Ji sedî 50,2ê vê serjimarê ji mêran pêk tê, ew jî teqabûlî 39 milyon û 511 hezar û 191 kesî dike. Ji 49,8ê serjimarê jî ji jinan pêk tê û ew jî dike 39 milyon û 229 hezar û 862 kes.
Dema jiyanê ya jidayikbûnê di rajeya gelemperî ya Tirkiyê de 78 sal in, di temenê mêran de 75 sal û 3 meh, di temenê jinan de jî wekî 80 sal û 7 meh hatiye destnîşan kirin. Bi awayekî giştî jî hat ragihandin ku jin ji mêran 5 sal û 4 mehan zêdetir dijîn.
Jina 42 salî ya Dêrsimî Ayhan Kica di vê derbarê de wiha dibêje: "Jin bi xwe hilberîna şîr, dew û zebzeyên xwe dikin. Wekî mînak di nava erdê min de zibil tune ye. Tu caran derman nakim. Loma ewqas temen dirêjin."
Li gorî van daneyan li Tirkiyê ji roja jidayikbûnê pêve jina ku temenê wê herî dirêj e bi 85 sal û 7 mehan bajarê Dêrsîmê hatiye hilbijartin.
Jina 70ê salî ya Dêrsîmî Îpek Aslan jî wiha dibêje: "Berê bar gelekî giran bû. Heta êvarî em diçûne ber dewara. Ji bo çinînê em diçûn nav erd. Zarokeke me li ser mile me ya din jî di himbêza me de bû. Lê niha her tişt bûye bi derman, loma gelek tişt ji xwezayîbûna xwe dur ketine."
Riza Kasunê Dêrsîmî yê 80 salî, temen dirêjiya jinên li vî bajarî bi xebata wan ya bê navber û bi tevgera di nava jiyana rojane de girê dide: "Jinên me her tim dixebitin. Hem li malê xizmetê dikin hem jî li derve dixebitin. Vê yekê dikir ku temenê wan dirêjtir bibe. Niha berhemên bi xormon zede bûne. Berê jin ne qelew bûn lê niha ji ber xwarin û vexwarinên bi xormon hemû bûne sed kîlo."
Li gorî Dêrsîmiyan sedema yekemîn a temen dirêjiyê jiyana bi rêk û pêk e. Wekî sedema duyemîn jî li xwe xwedî derketina bi xwarin û vexwarinên xwezayî tê nişandan.