Ebdulrehman Apo bi tometa xiyanet tê dadgeh kirin

Ebdulrehman Apo, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ye, di 3ê vê mehê de ji aliyê Asayîşa bajarê Efrînê ve hate girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Navxweyî ya Rêveberiya Xweser li Bajarê Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê liSûriyê(PDK-S) Ebdulrehman Apo bi tometa xiyanetê dibe dadgehê.

Derbarê vê mijarê de Desteya Navxweyî ya Rêveberiya Xweser li Bajarê Efrînê daxuyaniyek belav kir, tê de Ebdulrehman Apo bi xiyanet, fêlbazî, jihevxistina yekîtiya netewan û têkbirina serbilindiya di nava pêkhateyan de tometbar kir.

Li gor daxuyaniya Desteya Navxweyî li gor yasyên Rêveberiya Xweser Apo dê  were dadgehkirin.

Ji aliyê xwe ve PDK-S ew tomet redkirin û got: ew tometên ku desteyê bo hevalê me Tometên Dadgeha Bilind ya ewlekariya rejîma Sûriyê têne bîra mirovan, ku rejîmê ew tomet arasteyî kesên Kurdperwe dikir.

Ebdulrehman Apo, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ye, di 3ê vê mehê de ji aliyê Asayîşa bajarê Efrînê ve hate girtin.