Piraniya nexweşên li kampên Ewropayê zarok in
Pizîşkên kampa penaberan a bajarokê Îdomenî yê Yunanistanê ragihandin ku piraniya nexweşên serî li wan didin, zarok in.
K24 – Îdomenî
Pizîşkên kampa penaberan a bajarokê Îdomenî yê Yunanistanê ragihandin ku piraniya nexweşên serî li wan didin, zarok in.
Pizîşkên ku li kampa penaberan a bajarokê Îdomenî yê Yunanistanê dixebitin ku dikeve ser sînorê Makedonyayê, dan zanîn ku piraniya nexweşên serî li wan didin, zarok in û rojane nêzîka 180 zarokan derman dikin.
Rayedarên Rêxistina Pizîşkên Sînornenas ên li kampê kar dikin, ragihandin ku hejmara penaberên li kampa Îdomeniyê her roj zêde dibe û bi vêna şert û mercên kampê jî xirabtir dibin.
Pizîşka kampa ku nêzîka 15 hezar penaber li benda vebûna sînor in,Angeliki Kozmadopulu diyar kir ku rojane nêzîka 200 penaberan derman dikin, lê wextê wan namîne ku zêdetir berê xwe bidin nexweşan.
Kozmadopulu got, piraniya nexweşên ku ew derman dikin, zarok in û wiha axifî: "Di rojekê de em nêzîka 180 zarokan derman dikin. Ez li vir rojê 8 saetan kar dikim. Di vê dema ku ez dixebitim de tenê zarokan dibînim."
Kozmadopulu diyar kir ku zarok bi nexweşiyên cuda tên ba wan û di nav zarokên kampê de herî zêde nexweşiyên mîna enfeksiyona qirik û gewriyê, germbûn, nerehetiya mîde û roviyan çêdibin.