Nihênîyên Daişê hatin aşkerakirn.

Endmekê cûdabûyî ji Daişê bi hezaran belgenameyên nihênî ji nav dilê Daişê di derhîne û belav dike ku zanîyarîyên taybet li ser 22 hezar kesan ji çekdarên rêkxistîya Daişê têde hene. Di nav wan belgenameyan de navê hijmareka mezin ji çekdarên Daişê li welatên rojava, Rojhilata Navîn û bakûrê Eferîkayê aşkera dibe, ku heya niha nehatine nasîn , ji bilî evê yekê jî navê wan kesan têdeye ku amadene karên xwekujîyê encam bidin.

K24- Hewlêr:

Ew belgename ji alîyê endamekê rêkxistîya Daişê hatine dizîn û revandin ku di binekoka xwe de ser bi Sûpayê Azada Suryaye û bi Ebû Hamid hatîye nasîn û ew dibêje:  Ew kar û reftarên min di nav evê rêkxistîya Daişê de dîtî, egerbûn ku ez ji wan cûda bibim.

Kenala Sikay Nîyûz belêav kir ku bi hezaran belgename li ser 22 hezar çekdarên Daişê kevîtine ber destên wê kenalê. Li gor belgenameyan ew çekdar ji 51 welatan çûyne di nav rêkxistîaya Daişê de.

Ew belgename, nav, regezname, hijamara telefonê û naznavên 22 hezar çekdarên Daişê têdene. Herweha navê wan kesan jî têdene ku daxwaza endambûnê dikin di rêza rêkxistîya Daişê de. Her di nav van belgenameyan de nasnameya hijmareka çekdarên Daişê aşkerabûne, ku berê li Birîtanîya, Bakûrê Eferîkayê, bakûrê Ewrûpayê, piranîya welatên Rojhilata Navîn, Wîlayetên Hevgirtîya Emerîkayê û Kendayê nehatine nasîn.

Ew belgename bi (filaş Mimorî) ji rêvberîya polîsên rêkxistina hindûrîya Daişê hatine dizîn. Amaje bi hijmareka çekdarên ewê rêkxistîyê dikin ku çûyne çend welatan û bi xala gerim navên wan welatan hînane, ew welat jî her yek ji Yemen, Sûdan, Tûnis, Lîbîya, Pakistan û Efxanistan in. Di pişkeka belgenameyan de zanîyarî bi navê (Şehîdan) hatine vedîtin,  di wan belgenameyan de nave wan endamên Daişê têdene ku vîyana encamdana karên xwekujîyê hene û li ser evê karê jî meşq û rahînanan kirine.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/af800520-a89d-4df1-95f6-4e0a7a4bd43c/Nheni%20Daish.ism/manifest