Îran gazê dê bişîne bo Îraqê.

Di daxuyannemekê de wezareta Petrola Îranê ragehand: Di demeka nêzîk de gazê dê bşîne bo îraqê. Herweha di daxuyannameya de, wezareta petrola Îranê ragehandîye: Di dema sê hefteyên dahatî de em dê dest bikin bi hinartina gazê bo Îraqê.

K24- Hewlêr:

Wezareta petola Îranê di daxuannameyê de amaje bi wê yekê kir: Em hewil didin li gel berpirsên petrola Îraqê, careka din gazê bişînîn bo wî welatî , bo evê yekê jî li sinûrên herdû welatan amadekarîyên temam hatine kirin. Lê amaje bi wê yekê nekir, ka ew gaza dihê şandin  bo Îraqê çende.

Ji alîyekê din ve û her taybet bi vê mijarê , Emîr Husên cêgirê wezîrê petrol Îranê bi mêdyayên welatê xwe ragehandîye: Em li gel Îraqê rêkkevtine li ser şandina gazê, hêvêdarîn di dema sê heftîyên dahatî xîça gaza Dîyala di navbera Îraq û  Îranê de temam bibe.

Herweha got : Em li gel Îraqê rêkkevtine ku komîteyeka hevpişik di navebra herdû alîyan bihê pêkhatin bo sîyaseta hevpişka di navbera me de.

Berê jî wezareta petrol Îraqê bi berpirsên Îranê ragehandibû, hebûna 20 Km ji xîça gaza parêzgeha Dîyala pêdivîyên me pir naveke, lew pêdivîye wezareta petrola Îranê lezê bike ji hinartina gazê.