Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hat girtin

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di navde 5 kesên ku bi hinceta ‘Rêveberiya Xweserî' ragihandine dihatin darizandin û her yek rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin.

K24 – Mêrdîn

Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di navde 5 kesên ku bi hinceta ‘Rêveberiya Xweserî' ragihandine dihatin darizandin û her yek rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin.

Rûniştina doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de 5 kesên ku bi hinceta ‘Rêveberiya Xweserî' ragihandine dihatin darizandin li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Di rûniştinê de 9 bersûc amade nebûn. Tenê parêzerên bersûcan amade bûn. Heyeta dadgehê biryar da û Hevşaredar Sara Kaya jî di nav de der barê 5 kesan de ji bo her kesekî bi îdîaya ‘li ser navê rêxistinê sûc kirine' 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Ji bo kesê daxuyani xwend jî 8 sal û 9 meh ceza birî. 3 kes jî hatin berdan. Heyetê derbarê Hevşaredar Sara Kaya, Sabiha Gunduz, Zeynep Algan, Salîh Cebe û Erhan Dinç de bi îdîaya ‘Li gel ne endamên rêxistina çekdar in, li ser navê rêxistinê sûc kirine' ji bo her kesekî 5 sal û bi îdîaya ‘Gel tahrîkî dijminantî û nefretê kirine' jî salek û 3 meh bi giştî ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Muhsin Aksanê ku daxuyanî xwend jî bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê ye' rastî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat. Heyetê Faysal Dag, Ramazan Artan û Nazli Duman jî serbest berdan.