Save The Children: 250 hezar zarok li Sûriyê dorpêçkirîne

Li gor rêxistinên navdewletî piştî cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê derfeta gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî zêdetir bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Save The Children a Navdewletî ragehand ku, 250 hezar zarokên Sûriyê di navçeyên dorpêçkirî de dijîn.

Debarê vê mijarê Rêxistina Save The Children a Navdewletî raporek bi navê "zaroktiya dopêçkirî" belav kir tê de, wiha hatibû gotin: "Pênc sal li ser kirîza Sûriyê de derbas bûn, niha 250 hezar zarok li navçeyên cuda li Sûriyê dorpêçkirîne."

Li gor rapora rêxistina navborî dorpêçkirina navçeyan ji dema borî bihêztir bûye, da zanîn ku gihandina alîkariyan bo wan navçeyan rastî pirsgirêkan dibe.

Ji aliyê xwe ve Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, proseya gihandina alîkariyên mirovî di dema agirbesta li Sûriyê serkeftî bû, dabû zanîn ku, di demê pêşde jî ew dê wan alîkariya zêdetir bikin.

Li gor rêxistinên navdewletî piştî cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê derfeta gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî zêdetir bûye.